Evîndar û Derwêşê Klasîka Kurdî Hunermend Îmad Selîm
Di şeveke zivistana sar û çemidî de, ez li hunermendê ciwan û dengxweş Îmad Selîm bûm mêvan, wî bi tîlîkên xwe yên nazik û bi dengê xwe yê zelal, ez di tenûra hestan de germ kirim û li nav baxê kilasîka Kurdî de gerandim.

Paleyê çand û hunera Kurdî, hosteyê tembûra kilasîk û Bilbilê evîna qîz û xortan îmad Selîm, ji ramûsanên dêmên tembûra xwe û ji gera li ser perdên wê têr nabe.
Îmad Selîm bi navekî din bavê Avîvan. Derwêş û evîndarê kilasîka Kurdî û Bilbilê dawet û şahiyên Kurdaye.
Îmad Selîm li kolanên Eurupa kedkar û parêzvanê çand û hunera Kurdiye, ew her hefte bi sedê qîz û xortan li ber deng û tembûra xwe di bexçeyê kilasîka Kurdî de dighîne hev.
Jînegerî
Îmad Selîm di sala 1977 an de li rojavayê Kurdistan gundê Xirbê Kurma di nav malbateke cotkar û xizan de çavên xwe li jiyanê vedke, heya 12 saliya xwe li gundê Xirbê feqîran girêdayî bajarê Amûdê jiyana xwe berdewam dike, ew jî mîna gelek malbatên Kurd di sala 1990 î de berê xwe dide Almanya û li vî welatî dibe penaber.
(Dumahike bixwinin)